"Rûmeta te rûmeta hemû keçên Kuwêtê ye"

Mûrad dibêje ku ew nameya xwe ya mirovatî dighîne hemû cîhanê daku kiryarên DAIŞê nas bikin. Herwiha eşkere kir ku heta niha 4 hezar û 600 jin di destê DAIŞê de hene.
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî hevdîtina ligel Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Şêxê Ezherê keça Kurd ya Êzdî Nadya Mûrad ligel Serokê Encûmena Gel yê Kuwêtê civiya.

Derbarê mijarê de keça Kurd ya Êzdî piştî hevdîtina xwe bi Serokê Encûmena Gel yê Kuwêtê Merzûq Elî Xanim re got: "Min behsa çîroka revendina xwe ji aliyê DAIŞê ve kir, herwiha êş û azarên jinên ku ji aliyê heman rêxistinê ve hatine revandin di nav wan de jî jinên Iraqî û Sûrî kir."

Mûrad da zanîn ku Serokê Encûmena Gel yê Kuwêtê Merzûq Elî Xanim jê re gotiye ku "rûmeta te rûmeta hemû keçên Kuwêtê" ye. Keça Kurd a Êzdî ku di medya Erebî de wek keça Kurdistanê tê naskirin, li ser vexwendina Serokê Encûmena Gel yê Kuwêtê Merzûq Elî Xanim serdana wî welatî kiribû, berî niha jî Nadya serdana Serokê Misrê û zanayê olî yê wî welatî kiribû.

Mûrad dibêje ku ew nameya xwe ya mirovatî dighîne hemû cîhanê daku kiryarên DAIŞê nas bikin. Herwiha eşkere kir ku heta niha 4 hezar û 600 jin di destê DAIŞê de hene.