Buhayê bermîla petrolê daket biniya 28 dolaran

Ji sala 2014an ve, buhayê petrolê di bazarên cîhanê de ji sedî 70 daketiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Daketina buhatyê petrolê di barazên cîhanê de berdewam e, vê carî jî buhayê her bermîlekê daket biniya 28 dolaran.

Piştî rakirina cezayên navdewletî ji ser Îranê, tê çaverêkirin ku ew welat rojane 500 hezar bermîl ji petrola xwe bişîne bazarên cîhanê.

Ji ber vê yekê jî, îro buhayê her bermîlek petrol dakete 27.5 dolaran.

Ev yek jî dê metirsiya li ser aboriya welatên berhemhênerên petrolê zêdetir bike.

Li gor amarên navdewletî, Îran di rêza çaremîn de tê ji aliyê petrola yedek ve.

Ji sala 2014an ve, buhayê petrolê di bazarên cîhanê de ji sedî 70 daketiye.