Sûriye: 11 kes bi Şewba Berazan mirine

Wezareta Tendursitiyê diyar dike ku, nexweşî li tevaya parêzgehan hatiye tomarkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku, 11 kes bi Şewba Berazan mirine.

Li gor ku rojnameya Sewre ya fermî belav kiriye, amarên Wezareta Tenduristiyê amaje dikin ku, 107 kes bi Şewba Berazan ketine.

Di nûçeyê de hatiye jî ku, ji Îlona borî ve 27 haletên Şewba Berazan hatine tomarkirin, ji wê demê jî 11 kes mirine.

Li gor ku hatiye diyarkirin, nexweşiya Şewba Berazan li tevaya parêzgehên Sûriyê hatiye tomarkirin.

Cara yekem jî, di Tîrmeha sala 2009an de, nexweşiya Şewba Berazan li Sûriyê peyda bû.