Steinmeier: Girtina sînoran li pêş penaberan ne çare ye

Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje, bi girtina sînoran pirsgirêka Ewropayê derbarê penaberan de, çareser nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje, bi girtina sînoran pirsgirêka Ewropayê derbarê penaberan de, çareser nabe.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Steinmeier di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku, bi girtina sînoran pirsgirêka Ewropayê derbarê penaberan de, çareser nabe.

Steinmeier got  ku “pêwîst e çareseriyek ji krîza Sûriyê were kirin, herwiha divê kar bi cîranên Sûriyê were kirin bo rawestandina şepêla penaberan û avakirina xaline bihêz li Yonanistan û Îtalyayê.”

Herwiha Steinmeier hêvî xwest ku “welatên Ewopayê yê rojhilat bi erkên xwe derbarê penaberan de rabe û bila li xwe wek beşek ji Ewropayê li xwe binêrin.”

Li gor amarên fermî di sala bor de, hejmara penaberên bi rêyên ne yasayî gihêştine Ewropayê, nêzîkî 2 milyon penaber in.