Li Dêrazorê DAIŞ 270 sivîl berdan

Roja 16 Çile, DAIŞê êrîş taxa El-Bexliyê li bajarê Dêrazorê ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de kir, di encam de 400 welatiyên sivîl girtin, niha jî 270 kes ji wan girtiyan hatin berdan.

K24-Navenda Nûçeyan

DAIŞê 270 welatiyên sivîla ji hejmara 400 kesan ku Şemiya borî 16 Çile, di êrîşekê xwe de li ser bajarê Dêrazorê revandibûn, berdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Derbarê berdana wan sivîlan de, daxuyaniyek belav kir, tê de berdana 270 welatiyên sivîl ku di Şemiya borî de ji aliyî DAIŞê hatibûn revandin, piştrast kir.

Berî niha jî, û di sala 2014an de, DAIŞê bi sedan ji eşîreta El-Şiêtat li Parêzgeha Dîrazorê kuştibûn û ew di gorên bikom de binax kiribûn.

Roja 16 Çile, DAIŞê êrîş taxa El-Bexliyê li bajarê Dêrazorê ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de kir, di encam de 400 welatiyên sivîl girtin, niha jî 270 kes ji wan girtiyan hatin berdan.