Tirkiyê amadekariyên kontrolkirina Carablusê dike

Li gor pisporên leşkerî, Tirkiyê bi vê pêngavê xwe ji bo kontrolkirina bajarokê Cerablusê re amade dike.

K24 – Cerablus

Artêşa Trikiyê li ser dirêjahiya sînorên xwe bi Rojavayê Kurdistanê re, taybet li bajarokê Cerablusê, zêdeyî 880 leşkerên xwe ligel otombîlên û pêdiviyên leşkerî bicih kirine û dest bi rakirina bombeyan kiriye.

Derbarê pêngava Tirkiyê, welatiyên bajarokê Cerablusê ji peymnêrê K24ê re ragehandin ku Artêşa Tirkiyê bi alîkariya otombîlên xwe yên taybet bi pûçkirina mayînan dest bi rakirina mayînan li gundê El-Hilwaniye û bajarokê Cerablusê kiriye.

Welatiyên wê deverê dan zanîn ku ji bilî alavên leşkerî û otombîlan, Artêşa Tirkiyê 800 leşkerê xwe li wê navçeyê belav kiriye.

Li gor pisporên leşkerî, Tirkiyê bi vê pêngavê xwe ji bo kontrolkirina bajarokê Cerablusê re amade dike.