Hevpeymana li dijî DAIŞê li Parîsê dicive

Hevpeymaniya Navdewletî bi serperiştiya Amerîkayê bi mebesta zêdekirina êrîşan li dijî DAIŞê û perwerdekirina hêza Pêşmerge, îro li Parîsê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî bi serperiştiya Amerîkayê bi mebesta zêdekirina êrîşan li dijî DAIŞê û perwerdekirina hêza Pêşmerge, îro li Parîsê dicivin.

Wezîrên Bergîriyê yên 7 welatên ku herî zêde beşdariyê di Hevpeymaniya Navdewletî dedikin (Amerîka, Fransa, Austiralya, Brîtanya, Almanya, Îtalya,  Holanda), îro li Parîsê bi armanca zêdekirina êrîşan li dijî DAIŞê dicivin.

Herwiha di civînê de biryar e, hewla bilezkirina proseya perwerdeya hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî were gotûbêjkirin.

Serokerkanê Artêşa Fransayê Cinêral Dide Caster ragehand ku, stratîjiya leşkerî ya hevpeymaniyê lawaz e û nikare encamên bilez bide, ji ber pabendiya wan ku ziyanên canî di nav sivîlan de nebin.

Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî ji êrîşa terorî ya Parîsê di Mijdara borî de, êrîşên xwe li kêlgeh û bazirganiya petrolê yên DAIŞê zêde kirin.

Ji Havîna sala 2014  ve , Hevpeymaniya Navdewletî ya ku bêhtir ji 60 welatan li xwe digre , dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê kir.