Davutoglu: Nabe PYD tevlî gotûbêjên aştiyê bibe

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe ya bo çapemeniya Brîtanyayê de li dijî hebûna PYDê di civîna Cenevreyê de derket.

K24 - Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe ya bo çapemeniya Brîtanyayê de li dijî hebûna PYDê di civîna Cenevreyê de derket.

Davutoglu got; "Di gotûbêjkirinên aştiyê de, tu dewlet nîn e ku mîna Tirkiyê xwedî gotin be. Ji ber li Tirkiyê 2 mîlyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî hene. Eger li Sûriyê aştiyeke temam û li ser wê lihevkirî dernekeve, êdî ev ê bibe meseleyeke me ya navxweyî. Heta ku Esad li Şamê bimîne, tu Sûriyeyî wê venagere welatê xwe. PYD jî bi Esad re hevkariyê dike. PYD ne opozîsyona rast e, hevkariyeke wê ya xurt digel rejîmê heye. Ji ber vê yekê nabe PYD tevlî gotûbêjên aştiyê bibe.”

Tê plankirin ku di 25ê Rêbendanê de, Neteweyên Yekbûyî li Cenevreya Swîsrê Civîna gotûbêjkirinên bo aştiya Sûriyê lidar bixe. Lê belê ji ber hê niqaşên li ser beşdaran berdewam in, egera taloqkirina vê civînê di rojevê de ye.