Hikûmeta Herêma Kurdistanê di “Davos”ê de beşdar e
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî beşdarî korbenda Davos ê nebû, lê şandeyek ji hikûmetê têde beşdar e.
Korbenda Davos ê ya taybet bi pirsên aborî yê cîhanê îro dest pê kir, dê 3 rojan jî berdewam be. Şandeyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdar e.
Wezîrê Plandan ê Herêma Kurdistanê, Elî Sindî ku serokatiya şandeyê de, eşkere kir ku Barzanî bo Davos ê hatibû vexwendin, lê ji ber rewşa niha û şerê li dijî DAIŞê “nikarî amade bibe.”
Di korbenda Davos ê de, bêhtir ji 40 welatî û 3 hezar kesayetî, şarezayên aborî û nûnerên kompaniyayên mezin beşdar dibin.
Sindî diyar kir ku, ew dê di korbendê de behsa rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û pirsên girêdayî Hêzên Pêşmerge bike.
Herwiha dê şandeya Herêma Kurdistanê, behsa pêwîstiyên Kurdistanê bo şerê li dijî DAIŞê bike.