Li Efyonê Operasyona li dijî DAIŞê

Li Efyona bajarê Tirkiyê, li dijî DAIŞê operasyonek hat kirin. Di encama operasyonê de 6 kes hatin desteserkirin.

K24 - Enqere

Li Efyona bajarê Tirkiyê, li dijî DAIŞê operasyonek hat kirin. Di encama operasyonê de 6 kes hatin desteserkirin.

Hêzên Asayişa Efyonê, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de bi ser 6 malan de girtin.

Di encama operasyona doh de ku ji aliyê 60 polîsan ve pêk hat, 6 kes bi îdiaya ku ew endamên DAIŞê ne hatin desteserkirin ku yek ji wan Sûriyeyî bû.

Her wiha di encama lêgerînê de, li wan malan, gelek belgeyên rêxistinê jî hatin bidestxistin.

Piştî lêpirsîna asayişê, her 6 gumanbar şandin Dadgeha Efyonê û derket holê ku ji wan 3 her tim derbasî herêmên aloz ên li Sûriyê bûne.