"Li kampên Ewropayê destdirêjiya jinan tê kirin"

Li gor lêkolînên her sê rêxistinên Navdewletî beşek ji wan jinên penaber da ku xwe biparêzin, bi zilamên wê deverê zewacê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Sê rêxistinên navnetewî daxwaz ji welatên Ewropayê kirin ku rê li ber destdirêjîya ser penaberan bi taybetî jinan bigirin.

Rêxistina Komîsyona Jinên Penaber û du rêxistinên Neteweyên Yêkbûyî (NY) yên Karûbarê Penaberan ragihandin ku li gor lêkonlînên hatine kirin,  penaberên jin rûbiruyê tûndî û destdirêjiya seksî dibin.

Di raporekê de her sê rêxistin çend welatên Ewropayê tohmetbar dikin ku rê li ber destdirêjiya ser penaberan nagirin. Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku li hemû kampên penaberan cîhê himam û destava jinan û ya zilaman nehatine cudakirin û parastina jinên penaber di wan cihan de nayê kirin.

Li gor lêkolînên her sê rêxistinên navdewletî beşek ji wan jinên penaber daku xwe biparêzin, bi zilamên wê deverê re zewacê dikin.