Hikûmeta Kurdistanê wêneyê Nadiye kir pula postê

Nadiya karîbû piştî 3 mehan, xwe ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wêneyê keça Kurd a Êzdî, Nadiya Murad li ser pula postê çap kir.

Nadiya yek ji keçên Kurd ên Êzdî ye ku kariyee ligel gelek malbatan xwe ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Piştî ku Nadiya di civata Encûmena Asayişa Navdewletî de gotarek pêşkeş kir, navûdengiya wê li cîhanê veda.

Ji ber xweragiriya Nadiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew wek sembola keçên Kurd ên Êzdî da zanîn û wêneyê wê li ser puleke posta fermî çap kir.

Nadiya Murad beriya niha ligel rayedarên Misrê û Kuwêtê civiya bû.

Nadiye temen 21 salî ye, ji gundê Koço yê ser bi Şingalê ve ye, di Tebaxa 2014an de, dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû, ew ligel hezaran Kurdên din ên Êzîd revadibû.

Nadiye karî piştî 3 mehan, ji dest çekdarên radîkal ên DAIŞê bireve. Niha jî dixwaze serpêhatiya Kurdên Êzdî bigihîne hemû cîhanê.