Îranê, serlêdana 686 berbijêrên Kurd red kir

Hejmara Kurdên ku niha li parlementoya Îranê ne 29 in.

K24 - Tehran

Dîwana Parastina Destûra Bingehîn a Îranê, ligel 8 kurdên ku niha li meclîsê parlementer in, serlêdana bi sedan berbijêrên Kurd red kir.

Îran di meha Adarê de diçe hilbijartinan.  Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, serlêdana berbijêriya hilbijartinan doh bi dawî bû. Dîwana Parastina Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, serlêdanên berbijêriyê, eşkere kir.

Li gor daxuyaniya dîwana navbirî, li Rojhilatê Kurdistanê 686 serlêdanên berbijêriyê hatine redkirin. Di nav kesên ku hatine redkirin de, 8 parlamenterên Kurd jî hene.

Di daxuyaniya Dîwana Parastina Qanûna Bingehîn a Îranê de tê diyarkirin ku; Li bajarê Kirmanşanê ji 238 serlêdanan 64 kes, li Sineyê ji 176 serlêdanan 64 kes, li Urmiyê ji 444 serlêdanan 156 kes, li Îlamê ji 105 serlêdanan 46 kes hatine qebûlkirin.

Hejmara Kurdên ku niha li parlementoya Îranê ne wiha ye: Kirmaşan: 8, Urmiye: 12, Sine: 6 û Îlam: 3