"Radyoyên Kurdî bo ziman wek fêrgehê ne"

Bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bajarê herî mezin e ku Kurd lê dijîn. Ji bo 4 milyon Kurdên li vî bajarî tenê 2 radyo hene ku seranserê rojê bi zimanê Kurdî weşanê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bajarê herî mezin e ku Kurd lê dijîn. Ji bo 4 milyon Kurdên li vî bajarî tenê 2 radyo hene ku seranserê rojê bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Bêjerên radyoyê qala girîngiya weşangeriya radyoya Kurdî ji Kurdistan24ê re kirin.

Radyo Dengê Kurdî ku 2 hefte berê dest bi weşanê kir derbarê çand, muzîk, wêje û hunerê de 24 saetan bê navber weşanê dike. Ne tenê li Stenbolê li bajarên herêma Marmarayê jî tê guhdarîkirin.

Yekemîn avakarê radyoya Kurdî ya li Stenbolê û bêjerê radyoya Dengê Kurdî Adar Penaber dibêje niha bo bajarên devera Marmarayê weşanê dikin lê dixwazin frekansa xwe bigihînin bo bajarên Kurdistanê jî.

Adar Penaber got: "Kesên ku beşdarî bernameya min dibin, ji bo ku baş bi Kurdî biaxifin pêşî xwe amade dikin. Bi rastî jî dema beşdar dibin em bo ziman helwdanek dibînin. Guhdarên me dibêjin vebûna radyoyên Kurdî ji me re dibe fêrgehek."

Welatiyên li bajarê Stenbolê piraniya wextê xwe li ser rêyan derbas dikin. Loma jî guhdarkirina radyoyê li gor bajarên din zêde ye. Herwiha li nav bajaran herî zêde li Stenbolê radyo tê guhdar kirin.

Bêjerê radyoya Dengê Kurdî Firat Ronî jî wiha qala girîngiya weşangeriya radyoya Kurdî dike: Ji ber ku dezgehên rê li ber asîmîlasyona ziman bigirin zêde nînin radyoyên Kurdî pir girîng in: "Armanca vê radyoyê ew e ku di çand û huner bi taybetî muzîka Kurdî de pîvanekê biafirîne. Li hemberî xirabûna çand, huner û muzîkê bibe pîvan û astekî bîne vê mijarê."

Dema axaftina bi zimanê Kurdî qedexe bû, televîzyon û rojnameyên Kurdî nebûn di sala 1955'an de li paytexta Ermenîstanê Erîvanê, di Radyoya Erîvanê de stranbêjên wek Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Aram Tîgran, Mihemet Arîfê Cizrewî, Meryem Xan bi zimanê Kurdî stran digotin û qala çanda Kurdan dikirin. Bi xêra vê radyoyê û hunermendan gelek stranên Kurdî nehatin jibîrkirin.