ENKS “625 hezar” îmze kom kirin
K24 – Qamişlo
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) encamên dawî yên kampaniya komkirina îmzeyan eşkere kirin.
ENKSê di konferansekî rojnamevanî de îro li bajarê Qamişlo diyar kir ku, di heyama 7 rojan de wan kariye bêhtir ji 625 hezar îmzeyî kom bikin.
ENKSê rageihand jî ku kampaniyeya komkirina îmzeyan di 14 vê mehê de dest pê kiribû û roja 20 vê mehê bidawî hat.
Di vê derbarê de, Rêveberê Polîtboriya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) û endamê ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Em bi bawer in ku ev kampaniya gelekî girîng bû. Dê ev encam û tevî daxuyaniyekê ji Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-Moon re werin şandin.”
Bi mebesta piştevaniya şanda Kurd li kongreya Cenêv3 û danîna pirsa Kurd li ser mêza danûstandinan, ENKSê dest bi komkirina îmzeyan kiribû.