Rojê 4 cara kesekî hembêz bike û kêfxweşiyê bibîne

Welatên cîhan salane di 21ê Çile de, Roja Cîhanî ya Hembêzkirinê, “National Hug Day” bibîr tînin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Welatên cîhan salane di 21ê Çile de, Roja Cîhanî ya Hembêzkirinê, “National Hug Day” bibîr tînin.

Salane di roja 21ê Çile de, welatên cîhan Roja Cîhanî ya hembêzkirinê bi derketina kolanan û hevhembêzkirinê pîroz dikin.

Roja “Hembêzkirinê” vediger ji sala 1986an re, ku kesê Amerîk yê bi navê Kevin Zaborni  li wîlayeta Michigan a Amerîkî yekem car ev aheng pêşniyar kir.

Ramana vê jî rojê jî, ji wê yekê tê ku di navbera du cejnên ku xelk hevdu hembêz dike (Cejna Sersalê û Roja Hezkirinê di 14 Sibatê de) nêzîka 2 mehan hene, ev dema dirêj jî dihêle ku hestên hezkirinê ligel xelkê sar bibe, ji ber wê jî Zaborni ev roj pêşniyar kir.

Li gor lêkolîneke Amerîkî jî, gelek sûde di hembêzkirinê de hene, wek orgenîzkirina gurpînên dil û xwînê, herwiha vehesiyê jî ji derûniya mirovan re peyda dike.

Di vê derbarê de, bizîşka di warê nexweşiyên malbatê de Virginia Satir dibêje: “Bo mirov bi kêfxweşiyê bihese, divê rojane 4 caran hembêzkirinê bike. 8 car bo çareserkirina pirsgirêkan. 12 car jî bo mirov baş bijî û pêş bikeve.”