Chomsky: Erdogan kujer e

Rewşenbîrê navdar, Noam Chomsky rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê girtin.

K24- Navenda Nûçeyan

Rewşenbîrê navdar Noam Chomsky, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan wek “kujer” binav kir.

Noam Chomsky di hevpeyvînekê de ligel televîzyona el-Cezîre ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peyva “kujer” bi kar anî.

Chomsky beriya niha piştgirî dabû daxuyaniya akademîsyenan ya ‘em nabin şirîkê vî sûcî' û vexwendona Erdogan red kirinû, piştr jî rastî rexneyên dijwar ji Erdogan hatibû.

Noam Chomsky di hevpeyvîna de ji bo Erdogan got jî: “Bêgûman Erdogan, li hemberî gelê Kurd, di nava êrîşeke zordarî û bêmerhemet de ye.”

Chomsky di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku “Hûn çi navî jê re bêjin bêjin, ez dibêjim kujer e. Helbet kujer e. Li Tirkiyeyê desthilatiyeke otoriter heye.”