DAIŞê enbarên genim ên Hesekê vala kirin

Di dema dawî de û piştî armanckirina jêderên aboriya wê DAIŞ rûbirûyê krîzeke darayî bûye, ev yek jî bûye sedam ku rêxistina navborî meaşên çekdarên xwe kêm bike û li jêderên nû bigere wek firotina kelûpelan.

K24-Hesekê

Welatiyên bajarê Hesekê ragihandin ku çekdarên DAIŞê hemû genim û alavên enbaran ji navenda Sebah El-Xêr a başurê bajêr veguhestine bajarokê Şedadê û navçeyên parêzgeha Dêrazorê.

Li gor agahiyên çend welatiyên wê deverê ku, nexwestin navê wan were eşkere kirin, bi çavê xwe dîtine ku DAIŞê bi alîkariya grûpên taybet hemû alavên mekanîkî û elektrîkê yên enbarên genim vekirine û bi rêya barhilgran ber bi navçeyên Dêrazorê û bajarokê Şedadê birine.

Welatiyan eşkere kir ku ji bilî wan alavan DAIŞê genimê wan enbaran jî veguhestiye wan herêmên di bin kontirola xwe de, bi armanca firotina wan kelûpelan.