Pêşketinên xeternak ên di aboriya Tirkiyê de rû didin

Partiyên opozîsyonê ji bo hişyariya civakê, li ser rewşa aborî ya Tirkiyê û pêşketinên xeternak amadekariyan dikin.

K24 - Enqere

Partiyên opozîsyonê ji bo hişyariya civakê, li ser rewşa aborî ya Tirkiyê û pêşketinên xeternak amadekariyan dikin. Li gor partiyên opozîsyonê di qada navxweyî û navneteweyî di têkiliyên aborî de Tirkiye ber bi rewşeke zor xirab de diçe. Loma çend ji wan amedekariyên di nava Parlamentoya Tirkiyê de jî li ser pêşnûma û pêşniyara yasayeke nû ne.

Pêşniyara ku ji bo Pêşnûmaya Yasayî ya Butçeyê hatiye amadekirin ya bi navê “Butçeya rêveberiya navendÎ ya sala 2016an û bernameya bi wade ya navîn” ji aliyê partiyên opozîsyonê ve bi helwesteke dijwar hate rexne kirin. Li gorî helwesta van partiyan ev plansaziya ku ji bo armancên makro hatiye amade kirin ligel ku ji hev zor cuda ne, di nava xwe de têr-nakokîyan dihewînin û îtîbara Tirkiyê kemtir dikin, ev yek jî wê rê li ber şikestina baweriya sektorên taybet vedike û her wiha wê lêrazandinên biyanî jî, bi şik û gûman li van rûdanan temaşe bikin û tereduttên wan zedetir bibin.

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Emin Haluk Ayhan derbarê vê mijarê de got: "Pêdivî bi wê yekê heye ku, divê di zûtirîn katê de di warê aborî û bazirganiya derveyî de vesazîyên bingehîn pêk werin. Serokwezîrê Tirkiyê bi rojane ku li derveyî welêt e û destê xwekiriye û ziman bi xwe ve nehişt, ji bo ku bikaribe lêrazandînên navneteweyî û ji derve diravan bikşîne welêt."

Di nirxandinên Pêşnûmaya Yasayî ya Butçeyê de, bi awakî fermî hat ragihandin, dahata salê ya mirovêki ya sala 2015an ji 9 hezar û 265 dolarî di sala 2016an de ketiye 9 hezar û 364 dolaran. Herwiha dîsa bi awayekî fermî hat diyar kirin ku dahata neteweyî jî bi paş ve çûye û ketiye 736 milyar dolarî. Ji aliyê partiyên opozisyonê ve hate eşkere kirin ku ji ber berfirehkirina bergê aborî û qayişkêşanê parastina karker û karmendan ku karê herî bingehîn yê dewletê bixwe ye têk diçe û tune dibe.

Li ser heman babetê Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Yakup Akkaya wiha dibîje: "Ji nû ve tê xwestin ku “Pergala Kirêkirina Karkeran” bi awayekî yasayî karîger bibe. Di bin navê xebata ji dûr yanî, li malê bê ewlehî, bê rêgez, bê tendûristî, kom û girseya xebatkarên bê sendika wê pêk were. Loma da ku pêşiya vê yekê bê girtin me jî pêşniyara yasayî ya ji bo ku guherîn di yasaya kar de pêk were kir."

Piştî ku CHP û MHPê rexneyên xwe yên li dijî yasaya butçeyê kirin, bi bîr xistin ku 2 milyon û nîv penaberên ku li Tirkiyê dijîn daxilî plansaziya butçeyê nehatine kirin. Herwiha hewlên ku tê xwestin penaber di nava piyasaya hêza fizîkî ya kar de bêne bi cih kirin metirsiyên di vî warî de zêdetir dike.