Dadwerekî ji ber dayika xwe lîstika rawestand

kurdistan24.net

K24- Navena Nûçeyan

Di xula Tûnsê ya fûtbolê de, dadwerekî lîstika di navbera du tîman de rawestand, piştî ku alîgirên tîmekê gotinên nexweû derheqê dayika wî de gotin.

Dadwer Yasîn Herûş dema birêvebirina lîstika Binzêrtî û Musteqbel Mursî di çarçoveya xula Tunisê de, lîstik çend xulekan rawestand.

Li gor televîzyona Tûnisê, alîgirên tîma Binzêrtî gotinên nexweş derheqê dayika Herûş de gotin, navborî jî tişt ji destê wî nehat û rondik barandin.

Ji ber rondikan jî, dadwer Yasîn Herûş lîstik çend xulekan rawestandin û lîstikvanan piştgiriya wî kirin û ew haş kirin, piştire jî lîstik berewam bû.

Herwiha çaverê ye ku berpirsên wezişî li Tûnisê tîma Binzêrtî ji ber bûyerê ceza bikin.