Barcelona bû qehremana tîmên cîhanê

Tîma Barcelona ya Îspanî ji bo cara sêyemîn bû qehremana “Tîmên Cîhanê” di lîstika topapê de.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Tîma Barcelona ya Îspanî ji bo cara sêyemîn bû qehremana “Tîmên Cîhanê” di lîstika topapê de.

Li Japonyayê di “Qehremaniya Cîhanê ya Tîman” de, qehremana Îspanyayê Barcelona di lîstika dawiyê de, bi encama 3 beramber tune, bi ser tîma River Plate ya Arcantînî ket û xelata û bû qehremanê tîmên cîhanê.

Barcelona ev sêyemîn nasnav di vê qehremaniyê de werdigire, piştî salên 2009 û 2011, bi vê yekê jî dibe serkeftiyê hemû tîmên cîhanê.

Golên Barcelonayê beramberî River Platê bi vî awayî bûn, Messî xuleka (36), Suarêz di xulekên (49,68).

Tê zanîn ku îsal, ev nasnavê pêncemîn ya Barcelonayê, piştî Lîgaya Îspanî, Cama Şahê Îspanî, Campions lige û Cama Soper ya Ewropî.