Brîtanya dê pêşwaziya 300 zarokên bê malbat bike

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku Brîtanya di pêşwazîkirina penaberan de wek Almanya bi erkê xwe ranebûye, ku heta niha Almanyayê pêşwaziya milyonek û 100 hezar penaber kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîra Geşepêdana Navdewletî ya Brîtanyayê Justin Greening ragihand ku, welatê wê dê pêşwaziya 300 zarokên Sûrî bike yên ku bê malbat in û ji welatê xwe reviyane Ewropayê.

Derbarê pêşwazîkirina zarokan de, Wezîra Geşepêdana Navdewletî ya Brîtanyayê, Justin Greening rojnameya El-Heyat a Erebî re got: "Hikûmet hewl dide daku pêşwaziya 300 zarokên bê malbat, ên ji Sûriyê reviyane û li welatên Ewropayê dimînin bike. Bi baweriya me ev yek jî karekî rast e."

Berî niha Serokwezîrê Brîtanya Devid Cameron ragihandibû ku, welatê wî di pênc salên bê de, wê pêşwaziya 20 hezar penaber ên di kampên penaberan ên li Rojhelata Navîn dene bike.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku Brîtanya di pêşwazîkirina penaberan de wek Almanya bi erkê xwe ranebûye, ku heta niha Almanyayê pêşwaziya milyonek û 100 hezar penaber kiriye. Çalakvanên Brîtanî jî dixwazin berpirsên dêrên welatê wan hawldanên xwe bo pêşwazîkirina penaberan zêdetir bikin.