Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 girtîgeh tên çêkirin

Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku hejmara girtiyan di nav 15 salên dawî de ji sedî 250 zêde bûye. Herwiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 girtîgeh dê werin çêkirin.

K24 - Stenbol

Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku hejmara girtiyan di nav 15 salên dawî de ji sedî 250 zêde bûye. Herwiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 girtîgeh dê werin çêkirin.

Piştî "efûkirina Rahşan" a sala 2000an li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan ji 70ê hezaran daketibû 49 hezaran. Niha li girtîgehan 179 hezar û 611 kes dimînin. Kontenjana girtîgehan jî 180 hezar û 176 kes e.

Rêvebirê Giştî yê Girtîgehan ê Wezareta Tirkiyê Yavuz Yildirim ku berî niha ligel endamên Komîsyona Mafên Mirovan ên Meclîsê civiyabû, gotibû ku li girtîgehan tenê ji bo 565 kesan cih maye.

Hat diyar kirin ku nifûsa Tirkiyê di nav 15 salan de ji sedî 15, hejmara girtiyan ji sedî 250 zêde bûye. Di demên pêş de zêdeyî 150 girtîgeh dê bên çêkirin û di heman demê de 131 girtîgehên biçûk ên li navçeyan jî wê werin girtin.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak operasyonên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê wek sedema zêdebûna girtîgehan nîşan dide: "Ji sala 2007an û vir de her sal hejmara kesên girtî zêdetir dibe. Dema dewlet li bajarên Kurdistanê dest bi operasyonan dike gelek kes tên girtin. Daxuyaniyên çapemeniyê, eşkerekirina fîkrekî, sazkirina civînek an jî xwepêşandenekê ji bo dewletê dibe sedema girtinê."

Li girtîgehan 6 hezar û 468 jin, 170 hezar û 759 mêr, 2 hezar û 384 zarok hene. Li gor zanyariyên endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, li Tirkiyê 290 girtî, 59 vekirî, 3 saziya înfaz ya cezayê girtî bo zarokan hene. 2 hezar û 492 kes bi kelemçeyên elektronîk tên şopandin.