Lavrov: Nabe tenê em bi rêya leşkerî rûbirûyê terorê bibin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, tekez kir ku nabe tenê bi rêya leşkerî rûbirûyê terorê bibin, lê divê çareseriyeke siyasî bibînin daku bikaribin rê li terorê bigirin.
kurdistan24.net

K24 – Mosko

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, tekez kir ku nabe tenê bi rêya leşkerî rûbirûyê terorê bibin, lê divê çareseriyeke siyasî bibînin daku bikaribin rê li terorê bigirin.

Derbarê nehiştina terorê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskoyê di civîneke çapemeniyê de got: "Çênabe em tenê bi rêya leşkerî rûbirûyê terorê bibin, divê em çareseriyeke siyasî bibînin daku em bikaribin rê li ber terorê bigirin û careke din aboriya welatan têk nedin. Ew petrol Iraq û Sûriyê dişînin derve û dibin Tirkiyê, dive em fikrekê biafirînin bo avakirina wan welatan."

Lavrov wiha axifî: "Me ne tenê parastina berjewendiyên Tirkiyê kiriye, em dixwazin ligel welatên din li dijî terorê rawestin. Em li dijî wan aliyan jî radiwestin ku ligel terorê kar dikin û terorîstan bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Encûmena Asayîşa Navdewletî çend biryarên girîng dane, wek ziwakirina çavkaniyên aborî yên terorê û rê girtin li ber wan kesên diçin nav terorê. Wek Rûsya em dixwazin li beramber wan biryaran wefadar bin, pişta xwe pê girêdin di rûbirûbûna terorê de."

Di beşekî din ê civîna çapemeniyê de, Lavrov got: "Rolekî me yê bi bandor hebû di rakirina ambargoya ser Îranê de, herçiqas biryar ji aliyê Encûmena Asayîşa Navdewletî ve hatiye dayîn, lê rolekî girîng ê Rûsyayê di çareserkirina pirsgirêkan de hebû."