Têkiliyên Misir û Tirkiyê ber bi başbûnê ve diçin

Tekilîyên aborî yên Misirê ji ber darbeya duyemîn têk çûn. Lê belê rasterast ev tekilî xelas nebûbun. Ji ber vê yekê welatên navneweteweyî jî tekilîyên xwe kêm kirin.

K24 - Enqere

Tekilîyên aborî û sîyasî yên Tirkiyê û Misirê piştî darbeya Mûrsî gehîştîbûn asta herî jêr. Heta Wezareta Derve ya Tirkiyê di malpara xwe de ragihandibû ku têkilîyên her du welatan her diçe ber bi neyinîbûnê ve diçin. Lê belê ji ber peymanên berê ev tekilî berdewam dikin.

Li Misirê di 3ê Tirmeha 2015an de ji aliyê leşkeran ve darbeyek hat kirin. Piştî vê bûyerê, Tirkiye û Misirê bang li balyozên xwe kiribûn. Balyozên wan vegeriyabûn welatên xwe. Lê belê her çiqas têkilîya aborî ya her du welatan kêm bûbe jî, ji ber Odeya Bazarganî ya Îslamê hê jî berdewam dike. Heta Serokê TOBBê Rifat Hîsarcikoglu li Kahirê tevlî civîna Odeya Bazarganî ya Îslamî ya aboriyê jî bûbû.

Wezîrê Aboriyê yê serdema hikûmeta Serokkomar Mûrsî, Yahya Hamid bal kişand ser wê hevdîtine û got: “Tirkiye û Misir nêzîkî hev dibin. Di nava her dû welatan de peymanên aboriyê hene û hê jî zêde dibe. Di hundirê planê de berpirsên aboriyê yên her du welatan li Kahîreyê hevdîtin kirin. Ji ber em naxwazin tekilîyên aborî yên Tirkiyê û Misirê xirab bibin.“

Tekilîyên aborî yên Misirê ji ber darbeya duyemîn têk çûn. Lê belê rasterast ev tekilî  xelas nebûbun. Ji ber vê yekê welatên navneweteweyî jî tekilîyên xwe kêm kirin. Herwiha niha Tirkiyê jî ji aliyê tekiliyên Bazaganiyê ve danûstandinên xwe kêm kirine.

Pisporê Misirê Akademîsyên Yavuz Güçtürk derbarê mijarê de wiha axifî: "Ev mînak ji bo Misirê jî dibe. Ji ber ku di serdema cihana global ya nû de ne mimkûn e ku tekiliyên aboriyê bên qûtkirin. Tekilîyên bazirganiyê her çiqas kêm bibin jî berdewam dikin."

Li Misrê du car darbe çêbû. Carekê di sala 2011an de cara din jî di sala 2013an de bû. Ji ber ku niha hêzên navneteweyî rewabûna Serokkomarê Misrê Sisî qabûl dikin her diçe Misir ber bi başiyê ve diçe. Ji wan dewletan jî Tirkiye ye û Tirkiye jî ji aliyê aboriyê ve hêdi hêdi tekilîyên xwe xurt dike.