Elmnîya penber ên tawanbar vedigerîne.
K24- Berlîn:
Elmanîya rêkar ên nû didane li hember wan penaber ên tawanan encam didin.
Ji niha û paşve hemû ew penaber ên tawanan encam didin û dihên sizadan; dê bihên vegerandin bo welatên wan.
Wezîr ê Dad a Elmanîya dibêje: Ev biryar li berjewendî ya penaberan û hevwelatî yên Elmanîya ye.
Civet a Wezîr ên Elmanîya biryar da ku her penaberek di wî welatî de siza ya zindanîkirinê li ser bihê dan; ew penaber divê vegere welatê xwe.
Hayko Mas wezîr ê Dad a Elmanîyayê, ev rêkar a nû bi fer û pêdivî zanî ji bo berjewendî ya penaber û hevwelatî yên Elmanîya.