Li navçeya Sûra Diyarbekirê şer û koçberî berdewam e
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Sûra Dîyarbekirê di navbera çekdarên ewlekariya Tirkiyê û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de şer doh dijwartir bû. Di pevçûnan de 3 leşkerên Tirk bi guleyên Qenasê canê xwe ji dest dan û 5 endamên ewlekariyê jî birîndar bûn. Heta niha li 6 taxan qedexe hebû lê doh qeymeqamiya navçeyê li 5 taxên din jî qedexe ragihand. Bi hezaran kes dîsan malên xwe bicîhiştin û koçî taxên din bûn.
Li taxên bi navên Evdaldede, Elîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp û Kolana Melîkehmedê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bi hezaran kes dîsan neçarî koçê bûn û malên xwe bicîh hiştin. Xelkê bi xwe re hinek, balgeh, nivîn, cilşok û hinek alavên din anîn û ji ber şer û pevçûnan reviyan taxên aramtir. Xelkê ku ji navçeyên derketin neçar mane û dîbêjîn cihekî ku ew vê zivistanê biçinê nîn e.
Xelkê ku derfetên wan hebûn alavên xwe bi otomobilan barkirin û yên kû derfetên wan nebûn alavên xwe li ser milên xwe kirin û berê xwe dan taxên bi ewletir. Xelkên ku koçber bûn nerazîbûna xwe derbarê çalakiyên PKKê û operasyonên dewleta Tirk de anîn ziman.
Ev 57 roj in ku li 6 taxên Sûrê, qedexeya derketina derve şer û operasyon didomin. Hêzên Ewlehiyê bi tank û topên giran ketine nav bajêr û piraniya avahî û xaniyan ji ber şer wêran bûne. Ji hêla din ve hê jî 4 cenazeyên xwepêşandaran li kolanên navçeyê ne.