Şer û pevçûnên Diyarbekirê dengbêj bêdeng kirine

Beriya niha bi 3 mehan jî li kolanên Diyarbekirê dengê stran û awazên dengbêjan dihat. Dengbêjan, bi stranên ku kevneşopiya Kurdan vedigot mêvanên Mala Dengbêjan mest dikirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Beriya niha bi 3 mehan jî li kolanên Diyarbekirê dengê stran û awazên dengbêjan dihat. Dengbêjan, bi stranên ku kevneşopiya Kurdan vedigot mêvanên Mala Dengbêjan mest dikirin. Lê niha Mala Dengbêjan vala maye û ji kolanên derdora wê êdî dengên çekan bilind dibin. Du dengbêjên hêja yên wê Malê deriyên xwe bo Kurdistan24ê vekirin û hem stran gotin û hem jî xema dilê xwe anîn ziman.

Mala Dengbêjan ku bi dehan sal e lê stran tên gotin, ji ber qedexekirina derketina derve bi mehane dengê wan hatiye qut kirin. Dengbêj Keremê Şemo 75 salî ye. Li odeyên gunda di civatên dengbêjan de mezin bûye. Zaroktiya wî bi guhdarkirina dengbêjên wek Şakiro, Ahmedê Bêrtî û gelek dengbêjên din derbasbûye.

Şemo jî di bin vê bandorê de ji 15 saliya xwe û vir de dest bi dengbêjiyê kiriye. Carcaran wî jî li odeyan durik gotiye lê dibêje wî şerm dikir li hemberî dengbêjen hewqasî mezin durika bibêje,  lê wî durikê xwe ji çiya û newalan re digotin.

Keremê Şemo 40 sal e li Diyarbekirê dijî, 10 sal e jî li Mala Dengbêjan a ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezîn a Diyarbekirê ye dengbêjiyê dike. Şemo dibêje dengê durikê li kuçe û kolanên Sûrê hat qutkirin û dewsa wê dengê çek û bombeyan belav dibe.

Mala Dengbêjan her çar demsalan jî vekiri bû, ji geştyarên ji dewletan dihatin sedî sed serdana vê malê dikirin û ev çanda devkî qeyd dikirin. Dengbêjê bi nava Mistefayê Botî  61 salî ye. Wî jî ji 12 saliya xwe dest bi dengbêjiyê kiriye. Vê malbatê di salên 1845an de dengbêjiya Mîrê Botan Mîr Bedirxan jî kiriye.

Li gorî axaftina Mistefayê Botî, ew dengbêjê dawî yê malbatê ye. Botî dibêje ku piştî sala 1984an wan ji şerê di navbera dewlet û PKKê de zirareke mezin ditine û hejmarek ji ciwanên wan hatine kuştin û gundên wan hatine şewitandin.

Dengbêj,  kul û kederên Kurdan bi salan e tînin ziman. Dengbêjên navdar li ser Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê ku 2 meh berê li ber lingên Minareye Çar Ling hat kuştin jî distirîne. Mala Dengbêja berîya şer, pevçûn û qedexekirina derketina derve ji seat 9ê sibehê heta 6ê êvarê ji koç û dîwana xwe diqêriyan. 

Mêvanên ciwata wan carna ji Çîn, Japon bûn, carna ji Swêd, Brîtanyayê bûn. Lê niha ji dengê çek û bombeyan kes newêre were derdora Mala Dengbêjan û êdî dê ew li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran stranan bibêjin. Dengbêj di peyama xwe ya dawî de jî dibêjin, şer û pevçûn ti caran pêşiya pêşveçûna stranên wan nagirin lê ew êdî naxwazin hejmara stranên li ser mirin û kuştinê hatine gotin zêde bikin.