Bajarên Kurdan bi hemû nirxên xwe tên nasandin

Li bajarê Stenbolê, bi amanca danasîna bajar û welatan fûara geştyarî ya navneteweyî hat sazkirin. Di fûarê de bajarên Bakurê Kurdistanê jî bi hemû nirx û hêmanên xwe hatin nasandin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li bajarê Stenbolê, bi amanca danasîna bajar û welatan fûara geştyarî ya navneteweyî hat sazkirin. Di fûarê de bajarên Bakurê Kurdistanê jî bi hemû nirx û hêmanên xwe hatin nasandin.

Fûara geştyariyê ya navneteweyî ya Rojhilatê Behraspî ku li cihanê di nav fuarên herî mezin di rêza 5an de cih digire, îsal bi beşdariya nêzîka 5 hezar sazî û dezgehan doh dest pê kir. Ji zêdeyî 71 welatên biyanî gelek kompanya jî tevlî fûarê bûn.

Ji Bakurê Kurdistanê penîrê navdar ê Wanê, qedeyifa Diyarbekirê, hingivê Bedlîsê û gelek xwarinên din ên bi nav û deng bo welatiyan hatin pêşkêşkirin.

Parlamenterê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galîp Ensarîoglu da zanîn ku bajarê wan Diyarbekir bi her tiştê xwe ji bo bi awayek baştirîn bê naskirin fûarên wiha girîng in û got: "Em qet ji van kuştin û nexweşiyên ku li bajarên me diqewimin fam nakin û bêwate ye. Bila biratî û xweşî li welatê me şîn bibe. Nirxên me yên kevnar û çanda me bi awayekî baş bên nasandin."

Yekem pereyên ku di heyama Lîdyayiyan de hatine bikaranîn, bi destê çêkirina peywirdarekî wek wê çaxê hat nîşandan. Rêvebirê muzexaneya Êlîhê Wehbî Yurt jî diyar kir ku armanca wan pereyên ku dema Artukliyan de çawa dihatin çêkirin û bikaranîn nîşanî beşdaran bidin.

Yurt wiha axifî: "Li aliyekî li ser pereyan rûyê şaristaniya Sasaniyan, li aliyekî li ser pereyan jî sembola Artukogullari heye. Em li vêderê didin darpxanê û em darpdikin di dawiyê de wek bibîarnîn didin ziyaretvanên xwe."

Di fûarê de dîmenên gelek balkêş jî hebûn. Kesên hatin fûarê demên bi kêf derbas kirin. Segê şivanan yê Sêwazê jî eleqeyek mezin dît. Gelek kesan ligel segê şivanan wêne kişandin. 20emîn fûara navneteweyî dê heta roja yekşemê berdewam e.