Amerîka: PYD tevlî kongreya Cenêv3 nabe
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tevlî civînên Cenêv3 nabe.
Derbarê nebeşdarbûna PYDê di kongreya Cenêv3 de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner daxuyaniyek belav kir, têde wiha got:"Em dizanin li ser kî tevlî Cenêv3 bibe û kî tevlî nebe nakokî hene. Lê biryara dawî dê nûnerê Neteweyên Yêkbûyî(NY) ê taybet bo Sûriyê Steffan de Mistura bide. Em jî piştgiriya vê yekê dikin."
Mark da zanîn ku heta niha lîsteya navên wan kes û aliyên ku dê beşdariyê di kongreyê de bikin ne hatiye zanîn, lê tekez kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) tevlî civînên Cenêv3 nabe.
Berî niha Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabîus jî ragehandibû ku , nûnerê NY yê Sûriyê Steffan de Mîstura jê re gotibû ku PYDe venaxwînin kongreya Cenêv3.
Biryare sibe li Cenevê danûstandin derbarê kirîza Sûriyê nabera rejîma wî welatî û opozîsyona wê dest pê bike.