Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê li gel Salih Mislim re civiya

Berî niha Cîgirê Wezêrê Derve yê Amerîkayê jî, di pêwendiyeke telefonî de, li gel Hevserokê PYDê Salih Mislim tekez kirbû ku, ew di qonaxên bê de dê beşdariyê di civînên kongreya Cenêv3 de bikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragehand ku, bêyî beşdarbûna PYDê di Cenêv3 de, ti çareserî li Sûriyê nabe.

Duh, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov, li Cenêvê li gel Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim û berpirsê wê partiyê li Ewropayê Ebdilselam Mustefa civiya, di civînê de Cîgirê Wezîrê Rûsyayê tekez kir ku, bêyî beşdarbûna PYDê di kongereya Cenêv3 de ti çareserî li Sûriyê pêk nayê.

Berî niha Cîgirê Wezêrê Derve yê Amerîkayê jî, di pêwendiyeke telefonî de, li gel Hevserokê PYDê Salih Mislim tekez kirbû ku, ew di qonaxên bê de dê beşdariyê di civînên kongreya Cenêv3 de bikin.

Tê zanîn di kongreya cenêv3 Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li ser daxwaza Tirkiyê nehate vexwendin, ev yeke bû cihê nîgeraniya berpirsên wê partiyê.