Saziyên sivîl dixwazin şer û pevçûn rawestin

Li Bakurê Kurdistanê qedexeyên li ser navçeyan û şer û alozî ranawestin, her ku diçe jî derencamên xetertir peyda dibin û bandora xwe jî berfirehtir dikin.

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê qedexeyên li ser navçeyan û şer û alozî ranawestin, her ku diçe jî derencamên xetertir peyda dibin û bandora xwe jî berfirehtir dikin. Saziyên Sivîl û partiyên siyasî jî bi xwepêşandan û çalakiyan daxwaza destpêkirina danûsitendin û rêbazên aştiyane dikin.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ên Kapayapinar a navçeya Diyarbekirê û Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK), çalakiyên berxwedanê ji bo pêkhatina aştiyê dan destpê kirin.

Li parka Rojava ku li Kayapinarê ye, bi beşdariya rêvebiriyên bajêr û parlamenterên HDPê hat ragihandin ku heta mêza danûstandinan bê rast kirin û çareserî peyda bibe, dê her roj li wê parkê çalakî bên lidarxistin.

Serokê HDPê yê navçeya Kayapinarê Remezan Şîmşek, ji Kurdistan24 re ragihand ku, bi şer û kuştinan pirsa Kurd nayê çareser kirin û eger pirsa Kurd bi rêyên demokratîk bê çareser kirin, xendek jî bixwe namînin.

Li Bakûrê Kurdistanê 63 roj e ku li Sûra navçeya Diyarbekirê, 52 roj e jî li Cizîra navçeya Şirnexê qedxe didome û bi sedan kes li wan navçeyan hatine kuştin û birîndar kirin.

Berdevkê Kongreya Îslamî, Fadil Bedirxanoglû jî, ragihand ku kirinên li Bakurê Kurdistanê, di nirxên tu ol û baweriyekî de nayên pejirandin û ola îslamê jî qebûl nake, ji ber vê yekê ew jî çlakiya rojiya berxwedana li dijî zilmê destpêdikin.

Çalakiyên sivîl yên ji bo rawestandina şer û rakirina qedexeyan ji aliyê karmendên tendirûstiyê û perwerdekaran ve hatibûn destpê kirin û her diçe ew çalakî berfireh dibin.