Tanrikulu bo Davutoglu: Hûn ê bişewitînin û hilweşînin

Parlamenterê CHPê ji hikûmetê re got: “Herin Konyayê jî bikin Vatîkan.”

K24- Stenbol

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu li ser gotinên Serokwezîrê Tikriyê, Ahmet Davutoglu nerazîbûn nîşan da. Tanrikulu xwest Konya jî vegere Vatîkanê.

Tanrikulu di civîna parlamentoyê de amaje bi vê yekê kir ku Ahmet Davutoglu bi awayekî teng li Pirsa Kurd dinêre. Tanrikulu diyarkir ku ger çandek, dîrokek were tune kirin di serî de avakirina wî ne mûmkin e. Herwiha destnîşan kir ku Sûr vegeriyaye kavilekê û her wiha got: “Wekî ku Serokwezîr lego dilîze.”

Herwiha wî parlamenterê CHPê wiha bangî Davutoglu kir: “Hûn ê bişewitînin, hilweşînin paşî wekî Toledoyê avabikin, heger ev mûmkin be herin Konyayê jî bikin Vatîkan.”

Sezgîn Tanrikulu serdana Davutoglu ya bo bajarên Kurdan û civînên ligel rîspiyên Kurdan jî bibîr anî û wiha got: “Hikûmeta AKPê ji bilî rojeva xwe tiştekî din guhdar nake. Hûn parlamentoyê bigirin, pirsgirêkan çareser nekin, paşê ji formalitê danûstandinan pêk bînin. Ev e bi tenê operasyona hişmendî ye. Ew kesên ku beşdar dibin wan civînan bila wekî şandeya “kesên aqliselîm” nebin qurbaniyên ev operasyona AKPê