CHP û HDP li dijî plana Davutoglu derdikevin

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Mêrdînê planeke ji 10 xalan pêk dihat eşkere kir. CHP û HDPê li dijî vê planê nerazîbûn nîşan dan.

K24 – Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Mêrdînê planeke ji 10 xalan pêk dihat eşkere kir. CHP û HDPê li dijî vê planê nerazîbûn nîşan dan. HDPê balkişand ser daxwaza gelê li herêmê ya pêk anîna aştiyê.

Ev demeke dirêj e plana hikûmetê ya bo bajarên Kurdan dihat axaftin. Îro ew plan hate aşkere kirin. Piştî aşkerekirina plana ku ji 10 xalan pêk tê û tê de tedbîrên ewlekariyê û aborî hene, opozîsyonê yekser nerazîbûn nîşan da.

CHPê Davutoglu bi xeyalperestiyê sûcdar kir û ragihand ku plan gelekî lawaz e. Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gök got: “Serokwezîr dixwaze rastiyên dîrokê deyne şûna rastiyên îro. Lê belê divê em gel û Tirkiyê nexapînin. Ez ne bawer im ku AKP bi vê plana xwe biser bikeve.”

Her wiha rexne li Davutoglu hat girtin ku di daxuyaniyên xwe de behsa kuştinên sivîl nekiriye. HDPê destnîşan kir ku Davutoglu bi helwêsta dewleta statûkoperest plana xwe amade kiriye û pêdivî û daxwaza gel a bo aştiyê anî ziman.

Parlamenterê HDPê yê Elîhê Mehmet Ali Aslan li ser daxuyaniyên Davutoglu wiha axifî: “We mal û wargehên wan hilweşandin e û hê jî hûn deynê wan bidawî nakin û behsa taloqkirina deynê wan yên bacê dikin. Pêdiviya gelê herêmê berî aboriyê, bi jiyanê heye. Êdî we darbeya 12ê îlonê derbas kir.”

HDPê gotinên Ahmet Davutoglu yên wek êdî bo çareserkirina pirsa kurd, “Maseya lihevkirinê ne Îmralî ye, lê belê Enqere ye” bi zimanekî tund rexne kir û ragihand ku ev gotin ne ji bo çareserkirinê ye û li dijî rihê aştiyê ye.