HSD tenê 20 kîlometreyan ji Şedadê dûr e

DAIŞê piştî bajarê Reqayê kire paytexta xwe çavê xwe berda bajarokê Şedadê yê ku piraniya wan hemû Ereb in, ew yeke jî li hebûna kêlgehên petrolê di wî bajarokî de vedgere. HSD jî tenê bi 20 kîlometreyan ji bajarokî dûr e, lewma çekdarên DAIŞê ber bi Carablus û Minbicê ve direvin.
kurdistan24.net

K24- Hesekê

Bajarê Şedadê dawî û mezintirîn baregeha DAIŞê li başûrê bajarê Hesekê ye, li gor fermandariya Giştî ya Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonên rizgarkirina başûrê HesKê ji sedî 90 armanên xwe cîbicî kirine, tenê ji sedî 10 maye, di nav de bajarokê Şedadyê ye.

Berdevkê Giştî yê Hêza Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo, derbarê operasyonên başûrê Hesekê ji K24ê re got: "Derbarê rizgarkirina bajarokê Şedadê hemû amadekariyên me hene û rizgarkirina wê di pileya yekemîn a proseya rizgarkirina başûrê bajarê Hesekê de ye."

Ji aliyê xwe ve şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) diyar dikin ku, ew bo rizgarkirina bajarokê Şedadê amade ne. Kontirolkirina Şedadê dê gele ziyan bighîne DAIŞê ji ber ku ew bajarok rêye sereke ye di navbera bajarê Mûsil û Reqayê de.

Şervanê YPGê yê bi navê Rênas Şemo ji K24ê got: "Bajarê bo DAIŞê gelekî giring e, tê de hêza xwe perwerde dike, rizgarkirina wê ji aliyê me ve, dê gelek zirar bigihîne DAIŞê, ji ber ku rêyan ji Reqayê heta Mûsilê şeş caran dirêj dibe."