Tirkiyê derî ji derbiderên Sûrî re venake

35 hezar derbider li ser sînor jiyanek dijwar derbas dikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Ji ber êrîşa artêşa Sûriyê bi hevkariya firokeyên Rûsî, di 2 rojan de 35 hezar kes ji Helebê reviyane û ji ber ku Tirkiyê rê li ber wan girtiye, li ser sînor asê mane.

Êrîş li bakurê Helebê ye, hêzên rejîmê dixwazin ku wî bajarî bi temamî kontrol bikin, li gorî texmînan heke êrîş berdewam bikin hejmara penaberan dê bibe 100 hezarî.

Ji ber şer û pevçûnan hejmara kesên ku ji Helebê direvin her roj zêdetir dibin. Roja Înê 20 hezar penaber hatin ber dergehê Oncupinara Kilisê. Doh jî 15 hezar kes hatin. Ji van 10 hezar heta niha di kapman de hatin bicîkirin.

Heta niha Tirkiyê deriyê sînorî yê Oncupinara Kilisê li pêş wan derbideran nevekiriye, lewma 10 hezar ji wan di nava kampên li ser sînor de hatine bicih kirin.

Derbarê mijarê de, Waliyê Kilisê destnîşan kir ku di nava tixûba Sûriyê de 8 kamp hene. 

Walî Tapsiz got jî: “Pêwîstiyên penaberan ên bingehîn weke betanî, cih û xorakan li aliyê Sûriyê tên peydakirin. Niha girtina wan bo Tirkiye ne pêwsît e lê heke felaketên mezintir çêbibin me haziriya xwe ji bo wê jî kiriye.”

Li aliyê din, Berpirsa Bilind ya Polîtîkaya Ewlekariyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federico Mogherini ji Tirkiye xwest ku deriyên xwe ji penaberan re veke. Lê heta niha bi dehan hezar insan ku piraniya wan jî jin û zarok in li ser sînor tên sekinandin.

Niha jî, hêzên rejîmê xeta îkmalê ya di navbera Tirkiye û opozîyonê de birî. 20 kîlometiran jî nêzîkî Ezazê bûne.