Welatiyên Tirkiyê hatina penaberan dinirxînin

Ji ber şerê van rojên dawi 35 hezar gelê Surî di sînor re derbasê Tirkiyê bûn. Niha jî di Deriyê Sinor yê Oncûpinarê re 70 hezar kesên din dê derbasî Tirkiyê bibin.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Li Suriyê şerê navxweyî bi tundî berdewam e. Hêzên Esed û Rûsya êrîşê çiyayê Tirkmenan  dikin.  Bi hezaran Tirkmen jî  direvin. Ji ber şerê van rojên dawi 35 hezar gelê Surî di sînor re derbasê Tirkiyê bûn. Niha jî di Deriyê Sinor yê Oncûpinarê re 70 hezar kesên din dê derbasî Tirkiyê bibin.

Rûsya û Esed  êrîşên xwe  li dijî DAIŞê didominin . Lê belê dema ku êrîş  dikin sivîl  jî gelek zirarê dibînin. Ji ber ku dema êrîş dikin, sivîlan neparêzin. Welatî jî ji wê  derê direvin û tên Tirkiyê. Tirkiyê ji ber koçên dawî ji bo wan penaberan kampa 9.mîn vekir û 200 hezar kon hatin ava kirin.

Ji aliyê din we welatî  ji ber hatina penaberan gilî û gazinan dikin. Ji ber ku ji bo penaberan gelek pere tên xerc kirin û ji aliyê aboriyê gelek zirarê dide Tirkiyê. Welatiyên Enqereya paytexta Tirkiyê hatina penaberan ji Kurdistan24ê re wiha dinirxînin:  

"Ew jî mirovin. Lê belê divê Tirkiye zêdetir ligel welatiyên xwe bixebite. Niha pêşeroja me û zarokên me dikeve xeterê. Em hemû kesê qebûl dikin. Lê belê tu kes me qebûl nake."

"Tirkiye ji aliyê aborî ve di rewşeke nebaş de ye. Li gorî min di wî karî  de ji bo Tirkiyê derfetek heye ku Tirkiye hewqas penaber qebûl dike. Heger ew qas perê Tirkiyê hebin, wê çaxê divê wan mirovan jî bi cih bikin."

Li gorî welatiyên Tirkiyê,  penaber li ser jiyana wan bandorek neyînî dihêle. Heger  hejmara penaberan zêde bibe, li Tirkiyê gel dê hê jî feqirtir bibe. Divê  welatên cihana Erebî jî hinek penaberan vehewînin.

"Hevce ye Hemû welatên cihanê bi hev re wê pisgirekê çareser bikin. Divê ew jî hinek penaberan bibin welatên xwe."

"Tenê Tirkiye deriyê sînoran vedike. Welatên din wekî dewletên Erebî kesek deriyê xwe venake. Divê ew zêdetir piştgiriyê bidin û penaberan qebûl bikin. Minak Erebîstana Sûdî welatek dewlemdtir e. Lê belê mirovekî jî qebûl nake."

Xuya ye ku hejmara penaberan  dê hê jî zêdetir bibe. Bi hezaran kes ji bo ku derbas bin nava Tirkiyê li ser sinorên Tirkiyê rawestiyane..  Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Hollandayê diyar kir ku 2 milyon penaberên din jî dê bên Tirkiyê.