Li Bakur hewlên rawestandina şer berdewam in
Siddik Eren
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî de şer û alozî didomin, ji aliyê din de jî hewldan û xebatên ji bo rawestandina wî şerî û çareser kirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê jî hene û berdewam in.
Şeş partiyên Bakurê Kurdistanê bi konferanseke hevbeş ku 2 rojan berdewam kir, rê û rêbazên têkoşîna maf û azadiya Kurdan û pergalên çareseriyê gotûbêj kirin.
Beşdarên konferansê, ji Kurdistan24 re ragihandin ku ew dixwazin, bi dengekî hevbeş piştgiriya xwe bo serxwebûna Başurê Kurdistanê û bi rêbazên siyasî çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdisatanê diyar bikin.
Derbarê armanca konferansê de siyasetmedar û çavdêrên siyasî ji Kurdistan24ê re wiha axifîn:
Fehîm İşik (Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî)
Mihemed Emîn Aktar (Hûqûqnas)
Mihemed Bayar (Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistan PSKê yê Wanê)
Mistefa Ozçelîk (Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê)
Reşîd Delî (Siyasetmedarê Kurd)