Li Tirkiyê di mehekê de 30 jin hatine kuştin

Tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li Tirkiyê, di nav meha rêbendanê de 30 jin hatine kuştin. Bi dehan jin jî rûbirûyê destdirêjiyê bûne.

K24 - Stenbol

Tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li Tirkiyê, di nav meha rêbendanê de 30 jin hatine  kuştin. Bi dehan jin jî rûbirûyê destdirêjiyê bûne.

Li gor amarên ku ji malper û rojnameyan hatine tomarkirin, rewşa jinên li Tirkiyê her ku diçe xirabtir dibe û zordestiya li ser jinan bi dawî nabe. Destpêka yekem meha sersalê rêbendanê bo jinan meheke dijwar bû. Di vê mehê de 30 jin ji aliyê hevser û hevalên xwe ve hatine kuştin. Destdirêjiya nêzîka 40 jinan hatiye kirin.

Ji sedî 26,6ê jinan bi sedema daxwaza jihev berdan û veqetandinê hatine kuştin. Ji sedî 13,3 kuştinan ji ber ku jinan pere nedane mêrê xwe, ji sedî 10'ê kuştinan jî ji ber hesûdiyê pêk hatine.

Temenê kujeran jî di navbera 17 û 65, temenê jinên ku hatine kuştin jî di navbera 18 û 84an de ye. Ji kujeran 7 kes piştî bûyerê xwe kuştine jê 3 kes jî xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine. 2 mêr jî ji girtîgehê reviyane û jinên xwe kuştine.

Zêdetirîn kuştinên jinan li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Dîlok, El Ezîz, Elîh, Antalya û Bursayê pêk hatine. Di heman mehê de 100 bûyerên tundiyê yên li ser jinan di çapemeniyê de cih girtine. Nûçeyên tundiyê ji sedî 27 li herêma Behra Spî, ji sedî 20 li Behra Reş, ji sedî 18 li Egeyê, ji sedî 17 li Anatolyaya Navîn, ji sedî 12 li Marmarayê rû dane.