Şandeyeke hevpeymaniya navdewletî li Rojava ye

Di meha borî de şandeyeke Amerîkî, Brîtanî û Fransî jî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.

K24- Rimêlan

Şandeyeke hevpeymaniya navdewletî îro serê sibehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, şand bi rêya xala sînorî ya Sêmalka ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Li gor şopandina peyamnêrê me, şand bi 20 otomobîlên Doşke helgir û 4 barhilgirên nixumandî, îro demijêmr 10:00ê sibehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve derbasê vê serdanê de nehatiye dayîn.

Ev serdan di demekê de tê ku, Amerîkayê firokexaneyek ji bo karên leşkerî li navçeya Rimêlanê drust kiriye.

Herwiha di dawiya meha borî de, şandeyeke Amerîkî, Brîtanî û Fransî bo heyama du rojan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû.

Şandeya wê demê, bi serokatiya nûnerê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de, Brett H. McGurk bû.