Derhênerên "Jiyana Li Ser Sînor" nikarin beşdarî Festîvala Berlînê bibin
K24- Navenda Nûçeyan
Heş derhênerên dekumêntariyê “Jiyana Li Ser Sînor” ên Kurd, ji ber nebûna paseportan nikarin ligel berhema xwe beşdarî festivaleke navdewletî bibin.
Biryar e roja 18ê vê mehê, 66emîn Xula Festivala Navdewletî a Fîliman li Berlînê birêve biçe, ku dê têde dekumêneriyê “Jiyana Li Ser Sînor” jî were pîşandan.
Dekumênteriyê “Jiyana Li Ser Sînor” ji derhênana 8 zarokên Kobana Rojavayê Kurdistanê û Şingala Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê derhênerê Kurd ê navdar, Behmen Qubadî ve jî hatiye berhemanîn.
Li gor ku hatiye belavkirin, rêveberiya festivalê ew derhênerên Kurd vexwendine, lê ji be nebûna paseportan, her 8 zarokên Kurdin nikarin ligel berhema xwe li Berlînê amade bibin.
Piştî pîşandina her 8 beşên “Jiyana Li Ser Sînor”, dê konferansekî rojnamevanî yê taybet bi dekumênertiyê were sazkirin.
Çîroka dekumênteriyê “Jiyana Li Ser Sînor” li ser jiyana zarokên Kobanê û Şingalê ye, ku 8 zarokan li gor nêrîn û hizra xwe behsa dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser her du navçeyên Kurdistanê û çûna wan bo nav kampan dikin.
Her heşt beşên “Jiyana Li Ser Sînor” bi van navan in: Evîndarê Şingalê, Ger Li Pey Rastiyê, Nan û Mast, Fîlimê Me Baştir e, Çavên Bavê Min, Esman û Derman, Di Pêla Niştîman De û Dera Li Zaozanan.