Kirby: YPG li dijî terorê rolekî sereke dilîze

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku YPG li dijî terorê rolekî sereke dilîze û ewê piştevaniya xwe bo YPGê berdewam bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku YPG li dijî terorê rolekî sereke dilîze û ewê piştevaniya xwe bo YPGê berdewam bikin.

John Kirby li Washîngtonê civîneke çapemenî li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da. Kirby got ku ew dizanin Tirkiye, YPGê wek rêxistinekê terorê dibîne, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê YPGê wek rêxistineke terorê nabîne.

Kirby da zanîn ku YPG li Rojavayê Kurdistanê dijî DAIŞê çalak û serkeftî ye û ewê piştevaniya xwe bo wan berdewam bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, berî du rojan, serdana nûnerê taybet ê Obama Mc Gurk bo Kobanê rexne kiribû û bang li Serokê Amerîkayê kir ku, Tirkiye dost û hevpeymanê we ye yan YPG, divê Obama biryara xwe bide.