Li Şamê teqîn: Bi dehan qurbanî hene

Teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Li paytexta Sûriyê, Şam, teqînek çêbû, li gor amarn jî bi dehan qurbanî hene.

Televîzyona fermî ya Sûriyê ragihand ku, teqnî bi rêya otomobîleke bombekirî bû, ku li navenda fermandeyê leşkerî teqiyaye.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî, teqîn li geraca wê navdenê çêbûye.

Derbarê hejmara qurbaniyan de, Rewangeha Sûrî diyar kir ku, herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dane û 20 ên din jî birîndarin.

Di heyama deh rojan de, ev teqîna duyem e ku li Şamê çê dibe.

Teqîna yekem jî li navçeya Seyîda Zêneb bû, di encamê de 70 kes hatibûn kuştin.