Îstixbarata Amerîkayê: Rejîma Sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye

Di sala 2014an de Amerîkayê derbarê wê pirsê de êrîşek li dijî rejîmê kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêveberê Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê, James R. Clapper ragihand ku, rejîma Sûriyê çekên kîmyayî li dijî navçeyên opozîsyonê bikar aniye.

Biryar e îro James R. Clapper raporekê pêşkeşî Kongres a Amerîkayê bike.

Li gor ajansa Reutersê, James R. Clapper di rapora xwe de tekez kiriye ku, rejîma Sûriyê di sala 2014an û 2015an de, çekên kîmyayî li dijî navçeyên di bin destê grûpên opozîsyonê de bikar aniye.

Di Tebaxa 2013an de, çekên kîmyayî li dijî navçeya Xutaya Şamê hatin bikar anîn, wê demê bi sedan kes canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê jî, Amerîkayê biniyaz bû êrîşeke leşkerî li dijî rejîma Sûriyê bike, lê Rûsyayê navbênkarî kir û rêkeftin çêbû.

Li gor rêkeftinê, rejîma Sûriyê hemû cebilxaneyên xwe yên leşkerî radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî kir.