“Google” 25 hezar laptop pêşkeşî penaberên li Almanyayê dike

Parvekirin di meha Adarê de dest pê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Kompaniyeya “Google” ragihand ku ew dê 25 hezar laptopan pêşkeşî penaberên li Almanyayê bike.

Li gor daxuyaniya ku şaxê Kompaniyeya “Google” li Almanyayê belav kiriye, dê wan 25 hezar laptopan di heyama 6 mehan de li ser penaberan parve bike.

Dê ev pêngav di bin navê projeya “Reconnect” de be, ku armanc jê ewe ku penaber bi awayekî bilez civaka Almanî nas bikin û tevlî bibin, tevlî hînbûna zimanê wî welatî.

Ev projeya Kompaniyeya “Google” dê bi alîkarî ligel Kompaniyeya Pêwendiyan a Almanî “Telekom” be, ji bo ku wan laptopan bi internêtê ve girê de.

Proseya parvekirina wan laptopan dê bi rêya rêxistinên xêrxwazî re be, di meha Adarê de jî dest pê dike. Têçûna vê projeyê jî nêzîk 5 milyon dolar e, li gor daxuyaniya Kompaniyeya “Google”.