NY: Divê Tirkiye deriyê xwe ji penaberan re veke

Neteweyên Yekbûyî bang li rejîma Sûriyê û aliyên şer kir daku sivîl bên parastin û alîkarî bigihe penaberan. Herwiha ji Tirkiyê jî xwest ku deriye xwe ji penaberan re veke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî bang li rejîma Sûriyê û aliyên şer kir daku sivîl bên parastin û alîkarî bigihe penaberan. Herwiha ji Tirkiyê jî xwest ku deriye xwe ji penaberan re veke.

Di malpera Neteweyên Yekbûyî de îro daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin. Li gorî daxuyaniyê Kordînatorê Alîkariyên Mirovî  û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYê Stephen O’Brien dibêje; “Ji ber êrîşên li bakurê Helebê di medyayê de hinek nûçe tên belavkirin ku 30 hezar kesan malên xwe bicîh hiştine. Ev cihê metirsiyê ye.”

Rayedarê NY O’Brien derheqê kapasîteya kampên li ser sînorê Tirkiyê jî got: “Hinek kes di kampên nêzîkê sînorê Tirkiyê de dimînin. Lê ji niha de kapasîteya van kapman tejî bûye.” Li ser vê yekê O’Brien bang li hukimeta Sûriyê û aliyên şer kir daku sivîl bên parastin û alîkarî bigie penaberan.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî William Spinder jî bang li Tirkiye kir daku sînorên xwe li ber penaberên ku ji Helebê tên veke û got ku ew ‘nîgeraniya Tirkiyê jî fam dikin.’