Zaxarova: Gotinên Rûsyayê krîzeke mirovî li Sûriyê çê kiriye ne rast in

Wezareta Derve ya Rûsyayê rexneyên Amerîkayê yên dibêje, ku êrîşên firokeyên Rûsysyê krîzeke mirovî li Sûriyê çê kiriye, red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê rexneyên Amerîkayê yên dibêje, ku êrîşên firokeyên Rûsysyê krîzeke mirovî li Sûriyê çê kiriye, red kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova, îro di konfiranseke rojnamevaiyê de ragehand ku, daxuyaniyên Amerîkayê yên dibêje, Rûsya cebilxana “Ne arastkirî” li Sûriyê bikar tîne û bûye sedema koçberkirina bi hezaran kes ji Bakurê Helebê, dûrî rastiyê ne.

Herwiha Zaxarova tuhmetên dibêje ku, Rûsya bû sedema têkçûna danûstandinên aştiyê “Cenêv3” derew in.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, duh di daxuyaniyekê de ragihand ibû ku “Çalakiyên Rûsyayê li Heleb û navçeyê” zehmetiya rûniştina li ser maseya gotûbêjan û destpêkirina danûstadinan zêdetir dike.”

Opozîsyona Sûriyê berî ku here Cenêv3 (rawestandina operasyonên esmanî, serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêça li ser navçeyan) wek merc danîbû, lê ew daxwazên wê pêk nehatin, lewma ji danûstandinan vekişiya.