Li Tirkiyê sîstema serokatiyê dê pêk were yan na?

Hikûmeta AKPê bi biryar e ku sîstema serokatiyê cîbicîh bibe. Lê nûnerên partiyên opozîsyonê daxwaza sîstema parlamenteriyeke demokratîk dikin.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê ev demeke dirêj e sîstema serokatiyê tê nîqaş kirin. Hikûmeta AKPê bi biryar e ku sîstema serokatiyê cîbicîh bibe. Lê nûnerên partiyên opozîsyonê daxwaza sîstema parlamenteriyeke demokratîk dikin. Siyasetmedar û pispor derbarê mijarê de ji Kurdistan24ê re axifîn.

Sîstema serokatiyê sîstemeke hikûmetî ye. Daraz, zagonsazî û rêvebirin ji hev hatine veqetandin. Di vê pergalê de erkên rêvebirinê zêdetir in. Zagonsazî nikare rê li ber rayeyên rêvebirinê bigire. Sîstema serokatiyê, bi hincetên dê bibe sedema binpêkirina maf û azadiyan, hemû raye dê bikeve destê kesek pir tê rexnekirin.

Hiqûqnas Lamî Bertan Tokuzlu destnîşan dike ku di pergala serokatiyê de hilbijartina zagonsazî û rêvebirinê ji aliyê welatiyan ve pêk tê û li Tirkiyê cîbicîanîna pergala serokatiyê pir zehmet e: “Di sîstema serokatiyê de çareserkirina rageşiyên siyasî pir nehêsan e. Di sîstema parlamenteriyê de carna kêşeya aramiyê rû bide jî kêşeyên siyasî zûtir tên safîkirin.”

Li Tirkiyê ev sîstem ji heyama derbeya leşkerî ya sala 1980an heta îro hatiye axaftin. Niha hikûmeta Ak Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaza sîstema serokatiyê dikin, lê belê CHP û MHP berdewamiya pergala niha ya parlamenteriyê dixwazin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş dibêje ku Erdogan sîstemeke li gor serê xwe ava dike û dixwaze di vê sîstemê de neyê darizandin: “Sîstema parlamenteriyê bo me li gor sîstemên din girîngtir e. Jiber milet xwe bi xwe birêve dibe û rê nade dîktatoran. Di pergala serokatiyê de rêvebirinên federatîf hene. Yanî bi sîstema serokatiyê perçekirina Tirkiyê rû dide. CHP teqez rê nade bo perçekirina welêt.”

HDP jî pergaleke ku tê de xweseriya demokratîk cih digire diparêze. Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar dike ku hikûmet daxwaza serokatiyê dike lê qet behsa naveroka wê nake: “AKP serokatiyeke çawa dixwaze bila eşkere bike em jî li gor vê nîqaş bikin. Lê daxwaza me diyar e. Em sîstema parlamenteriyeke xurttir ku tê de xweseriya demokratîk heye diparêzin.”

Ev sîstem bi du awayê tê sepandin. Li rejîmên komarê yên wek Fransayê serokkomar di heman demê de serokê welatê xwe ye lê di bin wî de jî serokwezîrek heye. Karê rêvebirinê di destê her duyan de ye. Li welatên wek Amerîkayê jî hemû rayeyên rêvebirinê di destê serokê dewletê de ye. Li gel Amerîka, Koreya Başûr, Brezîlya, Meksîka, Ermenîstan û Kibris bi tevahî 38 welatan li gor sîstema serokatiyê tê birêvebirin.

Li ser mijarê gelo partiyên ku ne li meclîsê ne çi difikirin û bi çi awayî li meselê dinêrin? Serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak dibêje li vî welatî demokrasî pêş neketiye. Eger ev sîstem li gor esasên Tirkan bibe dê nebaş be.

Bucak wiha dibêje: “Dibêjin em li gor bingeha Tirkan serokatiyê dixwazin. Dema ez vî tiştî dibihîzim ditirisim jiber tecrubeya me ligel Tirkan nebaş e. Eger bi rêbaza demokrasiyê bibe em erênî difikirin.”

Serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bibîr dixe ku li hinek welatan sîstema serokatiyê dibe sedema dîktatorizmê û li hinek welatan demokrasî pêş xistiye: “Îro sîstema serokatiyê ku niha tê axaftin li Tirkiyê dê çawa bibe? Tu kes nizane. Eger bi vî awayî bibe li gor helwêst, şêwe û siyaseta rêzdar Erdogan bibe dê bi xwe re dîktatoriyê bîne.”

Li Tirkiyê pergala serokatiyê, di sala 1998an de yekem car ji aliyê 9emîn Serokkomarê Tirkiyê Süleyman Demîrel ve hat pêşniyarkirin. Lê nehat pejirandin. Niha Serokkomar Erdogan daxwaza heman tiştî dike. Eger li parlamento ev daxwaz neyê pejirandin hikûmet dê biryara referandûmê bide. Lê beriya referandûmê jî pêwîst e ku ji 550 parlamenteran 183 parlamenter bo referandumê bibêjin erê.