Wezîrê Derve yê Fransayê dest ji kar berda

Li gor pêşbîniyan, Laurent Fabios bo posteke din hatiye berbijarkirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê, Laurent Fabios dest ji kar berda.

Fabios îro ji rojnamevanan re ragihand ku, ew dê êdî nema beşdarî civînê Encûmena Wezîran bibe û dest ji potsa Wezîrê Derve yên Fransayê berda.

Li gor ajansên nûçeyan, Serokê Fransayê, Franşoise Hollande dê Fabios wek Serokê Encûmena Destûr detnîşan bike.

Her li gor ajansên Fransî, dibe ku Wezîra Jîngehê, Sigolin Royal bibe şûna Fabios bigire.

Eger Fabios (69 sal) wek Serokê Encûmena Destûrê hat diyarkirin, dê heta 9 salan di wê postê de bimîne.

Laurent Fabios yek ji siyasetmedarên navdar ên Fransayê ye, herwiha yekemîn serokwezîrê wî welatî bû ku di temenê 37 salî de di sala 1984an de ew post bidest xistibû.