Li Dêrsimê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonan kir

Welatiyan bi dirûşma "Gelê Cizîr û Sûrê ne tenê ye" ber bi avahiya Qeymeqamiya navçeyê meşiyan û polîsan bi bombeyên rondikrêj êriş li sivîlan kir

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi operasyoneke berfireh kir. Li aliyê dîtir gelek alav û otombêlên leşkerî ber bi Geverê hatin hinartin.

Li Geliyê Mûnzûrê, di nava metreyek berfê de Artêşa Tirkiyê, hemberî PKK'ê dest bi operasyonekê berfireh kir. Di operasyonê de teqameniyên ser rêya Pilûr û Dêrsimê hatin paqijkirin.

Beriya du rojan firokeyên bê pîlot yên Tirkiyê li geliyên Mûnzûr, Balî û Venkê nîşaneyên tevgera gerîlayên PKK'ê tesbît kiribû. Ser van agahiyan helîkopterên kobrayê herêm bombebaran kir û duh jî operasyona bejahî hat destpêkirin.

Li aliyê dîtir, hejmareke zêde alav û otombêlên leşkerî ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin hinartin. Dema derbasbûna otombêlan de, welatiyan nerazîbûn nîşan dan û bi parçeyên qeşa û berfê êriş li otombêlan kirin.

Welatiyan bi dirûşma "Gelê Cizîr û Sûrê ne tenê ye" ber bi avahiya Qeymeqamiya navçeyê meşiyan û polîsan bi bombeyên rondikrêj êriş li sivîlan kir. Di bûyeran de kesekî 22 salî canê xwe ji dest da. Ji ber bûyeran dikandaran jî dikanên xwe girtin.